• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îsraîl: Hezar welatiyên me hatine kuştin

Gulan Media October 10, 2023 Nûçe
Îsraîl: Hezar welatiyên me hatine kuştin

Şerê navbera her du aliyan berdewame.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku, di encama êrîşên Hemasê de herî kêm hezar welatiyên Îsraîlî canê xwe ji dest dane.

Li gor rayedarên Îsraîlî eşkere kirine ku, nêzî 2 hezar û 600 welatiyên din yên Îsraîlî jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve artêşa Îsraîlê jî qala vê yekê kiriye ku, di nava çar rojên derbasbûyî de di encama pevçûnan de 38 leşkerên Îsraîlî jî canê xwe ji dest dane.

Duhê jî Serokwezîrê Îsraîlê diyar kiribû ku, şer berdewam dibe, Îsraîl serdikeve û Rojhilata Navîn diguherîne.

 

 

Top