• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Tiloyê kesek mirî hat dîtin

Gulan Media October 9, 2023 Civakî
Li Tiloyê kesek mirî hat dîtin

 Li navçeya Tiloyê ya parêzgeha Sêrtê kesekî bi navê Mehmet Çakaz mirî hat dîtin.

Li bejahiya gundê Xatrandê yê Tiloyê, gundiyan cenazeyê zilamekî dît û hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê, tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên rizgarkirinê piştî xebateke 3-4 demjimêran cenazeyê Mehmet Çakaz ji nav zinaran derxist.

Tîman cenazeyê Çakaz ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Hat zanîn ku malbata Çakaz a li navenda Sêrtê, 3 roj in ji wî agahî wernegirtine û wan hêzên ewlehiyê agahdar kirine.

 

Rudaw

Top