• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka keştiyên xwe yên cengî livand

Gulan Media October 9, 2023 Nûçe
Amerîka keştiyên xwe yên cengî livand

Bo piştîvaniya Îsraîlê hêzên deryayî yên Amerîkî ketin tevgerê.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, hikûmeta vê welatî ragihandiye ku, di şerê navbera Hemas û Îsraîlê de, Amerîka bi her awayî piştîvaniya Îsraîlê dike.

Her di vê çarçoveyê de duhê bişev Serokê Amerîka Jeo Biden ferman bi hêzên deryayî û artêşa Amerîkayê kiriye ku, bo piştîvanî kirina Îsraîlê bikevin tevgerê û gavên pêwîst bavêjin.

Hate zanîn ku, li ser vê fermanê duhê bişev gelek keştiyên cengî yên Amerîkî berê xwe dane Rojhilata behra Spî û bo piştîvanî kirina Îsraîlê ketine tevgerê.

Herwiha Serokê Amerîkayê fermana zêdetir kirina hijmara balefirên cengî yên F35. F16, F15 û A10 li deverê de daye.

Top