• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Emê li ser piştgirîkirina maf û daxwazên xuşk û birayên êzîdî berdewam bin

Gulan Media October 8, 2023 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Emê li ser piştgirîkirina maf û daxwazên xuşk û birayên êzîdî berdewam bin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mîrê Êzidiyan kir. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê li ser maf û daxwazên xwîşk û birayên êzdî berdewam bin.

Peyama pîrozbayî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta hatina Cejna êzdiyan peyamek belav kir. Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi helkefta hatina Cejna Cemayê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Mîrê Êzdiyan Baba Şêx, Encûmena Rûhanî û hemû xuşk û birayên êzîdî yên Kurdistan û cîhanê dikim. Hêvîdar im ku hûn cejnên xwe di nav aramî û bextewariyê de derbas bikin.

Bi vê minasebetê em dûpat dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştgirîkirina maf û daxwazên xuşk û birayên êzîdî berdewam be.

Cejna Cemayê li we hemûyan pîroz be.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

06 Cotmehê

 

Basnews

Top