Serokê Firansayê: Ez dê di serdana xwe ya ji bo Îraqê de bi hemî aliyan re bizavê ji bo çarekirina kêşeyan bikim
Serokê Firansayê ragehand, “em dê bi hemî aliyan û welatên deverê re bizavê ji bo çarekirina kêşeyan bikin û taybet li ser mijarên ewlehiyê û serweriya axê û koçberan”.
Doh roja Înê (6ê Cotmeha 2023ê), di konfranseke rojnamevanî de, peyamnêrê Kurdistan24ê pirsyarek ji Emmanuel Macron ê serokê Firansayê kir, serokê Firansayê niyet e serdana Îraqê û Herêma Kurdistanê bike û aliyên Îraqî û Kurdî bi hev re ji bo çarekirina qeyranan li ser maseyê kom bike, di bersivê de serokê Firansayê dibêje, “ez dê di serdana xwe de bi hemî aliyan re bizavê ji bo çarekirina qeyranan bikim”.
Serokê Firansayê got jî: Neseqamgîriya Îraqê dibe sedema wê yekê ku gelek penaber ji Îraqê berê xwe bidin Ewropayê.
Emmanuel Macron herwesa amaje da, “ez dê ji bo piştevaniya serweriya Îraqê tevlî kongireya Bexdayê bibim, herwesa em dê ji bo seqamgîriya ewlehiya Îraqê û tevaya deverê kar bikin”.
Herwesa Serokê Firansayê got: Ez hêvîdar im em li kongireya Bexdayê pirojeyeke konkirîtî ya seqamgîriyê danin, herwesa em dê bizavê bikin ku kêşeya koçkirinê çare bikin û dawiyê li vê qeyranê bînin.
Biryar e ku kongireya sêyê ya Bexdayê li 30ê Mijdara îsal li Bexdayê bê kirin, bi pişkdariya Îraqê, Firansayê, welatên cîran, Misrê, Qeterê, Îmaratê û çend rêkxistinekên navdewletî ku kongireya duyê jî li dawiya sala borî li welatê Urdinê hatibû kirin.
Doh roja Înê (6ê Cotmeha 2023ê) roja duyê ya sêyem Kopîtka Civaka Siyasî ya Ewropayê li bajarê Giranadayê yê Spanyayê bi pişkdariya serokên 50 welatên Ewropayê bi rê ve çû, herwesa ew dozên ku li kombûna navbera serkirdeyên Ewropayê danûstandin li ser hat kirin ev bûn: qeyrana koçberan, abûrê Ewropayê, şerê Azerbaycanê û Ermînyayê, Şerê Ukraynayê û Rûsyayê.
Kurdistan24 yekane medyaya Kurdî ye ku li Kopîtka Serkirdeyên Ewropayê amade bûye, herwesa zêdetirî 800 rojnamenivîsan ji seranserê cîhanê romala kombûna Kopîtka Serkirdeyên Ewropayê li bajarê Giranadayê yê Spanyayê romal dikin.
K24
