• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hejmara koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê diyar bû

Gulan Media October 6, 2023 Nûçe
Hejmara koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê diyar bû

Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê hejmara koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ragihand.

Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê ragihand ku 4 milyon û 741 hezar û 115 kesên biyan bi awayekî yasayî  li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dimînin.

Ji wan 3 milyon û 279 hezar û 152 koçberên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de ne.

Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê Atîlla Toros li Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku heta 28ê Îlonê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 milyon û 741 hezar û 115 kesên biyanî bi awayekî yasayî dimînin û got:

“Nêzîkî ji sedî 70yê Sûriyeyiyan di parastina demkî de ne ku ew jî 3 milyon û 279 hezar û 152 Sûriyeyî ne.”

Bi gotina Toros milyonek û 174 hezar û 13 kesên biyanî bi armanca xwendin, geşt, veberanîn û bazirganiyê çûne Tirkiyeyê û mafê niştecihbûnê yan jî muhleta karkirinê wergirtine û li Tirkiyeyê dimînin.

Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê Atîlla Toros anî ziman:

“Li welatê me 287 hezar û 950 biyanî di parastina navdewletî de ne û heta Tebaxa 2023yan jî bi giştî 32 milyon û 525 hezar û 92 kesên biyanî bi awayekî yasayî hatine welatê me.”

 

Rudaw

Top