Dayîka Armîta Gerrawend li nexwaşxaneyekî Tehranê hat girtin
Dayîka Armîta Gerrawend a temen 16 salî ku naha li nexwaşxaneya Fecir a Tehranê di komayê de ye, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hat girtin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, duh 04.10.2023yê dayîka Armîta Gerrawend a bi navê Şehên Ehmedî li nexwaşxaneya Fecir a Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye girtin û ji bo cîhekî nediyar hatiye veguhestin.
Berî naha Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehandibû ‘’Çend roj berî naha keçeke temen 16 salî ya kurd û bi navê Armîta Gerrawend ku xelkê Kirmaşanê ye û li Tehran a paytexta Îranê rûdinên, dema ku xwestiya bi metroyê biçe dibistanê, di nav metroya Şûheda ya Tehranê de bi bahaneya rûserî û girênedana serê xwe ji aliyê polîsê exlaqê Îranê ve hatiye lêdan û naha jî ji ber wê di komayê de ye.’’
Ji bo dîtina nûçeya vê derbarê de li vê lînkê binêre
