• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bi helkefta hatina Cejna Cema ya Êzdiyan peyama Serok Barzanî ya pîrozbahiyê

Gulan Media October 6, 2023 Nûçe
Bi helkefta hatina Cejna Cema ya Êzdiyan peyama Serok Barzanî ya pîrozbahiyê

Serok Barzanî bi boneya hatina cejna êzidiyan peyameke pîrozbayî belav kir û tê de wiha got: “Ez tekezî li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên gelê kurd de dikim.

Teksta peyama Serok Barzanî bi boneya cejna êzdiyan:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina cejna xuşk û birayên êzîdî, bi germî pîrozbahiyê li Emîrê Êzdiyan Baba Şêx, civata ruhanî ya êzîdiyan û hemû xuşk û birayên êzîdî yên Kurdistan û cîhanê dikim.

Em daxwaz dikin ku xuşk û birayên êzidî bi taybet li herêma Şingalê bi azadî û dûrî her cure zext û astengiyan karibin birînên xwe derman bikin û çarenûsa xwe diyar bikin.

Bi vê wesîleyê dixwazim tekezî li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de bikim û hêvîdar im ku xuşk û birayên me yên êzîdî cejnên xwe bi aramî û bextewerî pîroz bikin.

Cejna we pîroz be û bimînin din ava xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

6- Çiriya Pêşîn

 

Basnews

Top