• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çapemeniya Lahur Cengî: Ji tirsa êrîşa dronan Bafil Talebanî bi pîkab serdana hêzên komando kir

Gulan Media October 4, 2023 Nûçe
Çapemeniya Lahur Cengî: Ji tirsa êrîşa dronan Bafil Talebanî bi pîkab serdana hêzên komando kir

 Çapemeniya nêzîk Lahur Cengî aşkera kir, ji tirsa êrîşên dronî Bafil Talebanî ku di kongreya baskê xwe de wek Serokê YNKê hate helbijartin, bi pîkab serdana hêzên komando yên YNKê kiriye.

Malperekî ser bi Lahur Cengî serdana Bafil Talebanî ya ji bo hêzên komando wek ‘’Destpêkirina pêşandana leşkerî’’ pênase kir û bûyera kuştina Akam Omer ê fermandarê komando jî bi gumanî pênase kir û dibêje: ‘’Pêşandanekî din a Bafil Talebanî ya taybet bûye ku xelata rêz lê girtinê daye bavê Akam Omer ê berpirsê berê yê hêzên komando, ku di bûyerekî bi mij û guman de canê xwe ji dest da.’’

Li gor heman çavkaniyê: ‘’Cuda ji derketinên din vê carê Bafil Talebanî bi pîkabekî ‘’Ford’’ bikaraniye û wî bi xwe ajokariya wê kiriye.’’

Herwaha dibêje: ‘’Piştî gefxwarinên Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, Bafil Talebanî zêdetir giringî bi aliyê ewlehiya xwe dide û her carê bi cure otomobîlekî bikar tîne, ji ber tirsî heye Tirkiye bi rêya dron ve wî bike armanc.’’

 

Basnews

Top