• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ji Behmen Kak Ebdula bo YNK, Yekgirtûya Îslamî, Komela Dadgerî û Nifşê Nû: Hinarên Helebce jî radest bikin

Gulan Media October 3, 2023 Nûçe
Ji Behmen Kak Ebdula bo YNK, Yekgirtûya Îslamî, Komela Dadgerî û Nifşê Nû: Hinarên Helebce jî radest bikin

Endamê dema pêncem a Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi fraksiyona PDKê bi tundî rexne li fraksiyonên YNK, Yekgirtûya Îslamî, Komela Dadgerî û Nifşê Nû kir û daxwaz li wan kir, hinarên Helebcê jî radestî axayên xwe bikin.

Şeva borî naveroka lihevkirinek hat belav kirin ku endamê dijî kurd ê lijneya darayî li Parlamentoya Iraqê Yusif Kîlabî ve hatiye belav kirin û fraksiyonên YNK, Yekgirtûya Îslamî, Komela Dadgerî û Nifşê Nû jî îmza kirine û di wê lihevkirin û belavokê de li gel çavê xwe ji wê zulma bi mehane ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê ve li hember mûçexwarên Kurdistanê tê kirin, daxwaz tê kirin ku mûçeyê mûçexwarên Herêma Kurdistanê ji Hikûmeta Federal a Iraqê re bê veguhestin.

Li hember vê yekê endamê dema pêncem a Parlamentoya Kurdistanê Behmen Kak Ebdula nivîsek belav kir û daxwaz ji wan herçar fraksiyonan kir: ‘’Helebce nefta wê tine, bes xwedê kêm neke hinarên wê yên gelek baş hene. Ji birayên xwe yên ereb re bibêjin werin hinarê Helebce û gûzên Hewraman jî bibin û dar bi dar radest bikin.’’

Herwaha dibêje: ‘’Hûn bûn di 16ê cotmeha 2017ê de hûn reviyan Bexdayê û we got em xizmetkar in û hemû xetayên PDKê bû. Ala Talebanî serê karwanê we bû û wê demê hate ser şaşeyên televîzyonê û got Bexda dê mûçeyê Silêmaniyê bişîne, lê piştre hûn rûreş bûn.’’

Behmen Kak Ebdula diyar kir: Her hûn bûn we îmza kom kirin û we birin Parlamentoya Iraqê û wek naha wekî ku we kirî xwedê girawî xistine nav bernameya kar û temamê mûçeyê fermanberan dikeve ser Bexda ya xoştivî ya we, lê dîsa hûn rûreş bûn. Her hûn bûn we got bes neft û petrol bila bê radest kirin, her meh mûçe bê dayîn, waye neft û petrol jî hate radest kirin, lê dîsa hûn rûreş bûn.’’

Parlamenterê berê yê PDKê dibêje: ‘’Naha ji bo paqijkirina wê xwîdana şermezaiyê û ji bo spîkirina rûyê xwe yê reş, naha we derewekî nû aniye, xwedê girawî li dû 2 parlamenterên Heşdî Şeibî ketine û dê xwedê girawî mûçeyên fermanberan bikeve ser Bexdayê.’’

Navborî ew hişyarî da û got: ‘’Piştre neyên derewan bikin û bibêjin Bexda ji ber zêdeyiya hebûna kesên derveyî yasayî wek fermanber hatine tomar kirin ew kar nekir! Bira wek yekem pêngav wê bazineya xwe bixin ser Bexdayê, bila piştre Hewlêr û Duhok jî çav li we bike, yan jî PDK bila çareyekî lê bike!’’

Behmen Kak Ebdula dibêje: ‘’Ew 20 sale, bîst hezar car hûn çavşor bûn û we cehştî bo Bexdayê kir û hewla hilweşandina Herêma Kurdistanê da, lê her bi şermezarî man û ti tiştek bidest we neket ma ne bes e? Dê darên hinar û darên gûzan jî bidin ka dê çi bibe!’’ û got: Belgeya herî baş ev e ku ew partî naxwazin ti tiştekî bikin, ku rojekî desthilatiyê li Herêmê bikin û xwe xwediyê vê herêmê nizanin. Dixwazin ev herêm nemîne.’’

Basnews

Top