• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sûriye li ser gotinên xwe bi îsrare

Gulan Media October 3, 2023 Nûçe
Sûriye li ser gotinên xwe bi îsrare

Dibêje lazime Tirkiye ji Sûriyeyê vekêşe.

Cîgirê wezîrê derve yê Sûriyeyê Besam Sebax derbarê hewldanên Tirkiyeyê de yên bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê ragihandiye ku, Tirkiye baş dizane ku, heta tevahiya leşkerên xwe ji nava axa Sûriyeyê nevekêşe vê têkilî neyên normalkirin.

Besam Sebax diyar kiriye ku, yekane rêya normal kirina têkiliyan vekêşana yekcarî û bi temamî ya Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê ye û çend  caran Sûriye bi eşkere ev yek ji Tirkiyeyê re gotiye lê heta niha Tirkiye ti gavek neavêtiye û heta Tirkiye vê mercê cîhbicîh neke vê Sûriye têkiliyan normal neke.

Weke tê zanîn rayedarên Tirkiyeyê jî eşkere dikin ku, ji Sûriyeyê navekêşin û hefteya derbasbûyî wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê jî diyar kiribû ku, Tirkiye bi ti awayî ji Sûriyeyê navekêşe.

 

K24

Top