PKKê berpirsyartiya xwe li hember êrişa li Enqerê ragihand
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) berpirsyartiya êrişa îro li Enqerê girte ser xwe.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniyekê de ragihand, çalakiya li dijî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Wezareta Navxwe li Enqereyê, ji aliyê tîmek Tabûra Nemiran ve hatiye kirin.
Diyar kir jî, “Îro derdora demjimêr 09:30’an de tîmek me ya girêdayî Tabûra Nemiran li dijî avahiya Wezareya Navxwe ya Tirkiyê çalakiyeke fedayî pêk anî.”
Aşkere kir jî, “Ev çalakî ji aliyê hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hatiye kirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniyek de diyar kir, “Demjimêr 09.30'an, 2 terorîstên ku bi wesayiteke bazirganî ya sivik hatin ber deriyê Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Navxwe û êrîşeke bombeyî pêk anîn.”
Yerlîkaya diyar kir ku di encama êrîşê de 2 polîs sivik birîndar bûne. Herwiha da zanîn,“Yek ji terorîstan xwe teqand û terorîstê din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin.”
K24
