• Tuesday, 17 February 2026
logo

Leşkerên Azerî malên Kurd û Ermeniyan talan dikin

Gulan Media October 2, 2023 Nûçe
Leşkerên Azerî malên Kurd û Ermeniyan talan dikin

Zêdetir ji 100 hezar kes ji Qerebaxê koçber bûne.

Jiber şer û pevçûnên navbera Azerbayican û Ermenistanê gelek Kurdên nîştecîhên Qerebaxê li gel Ermeniyan aware û koçber bûne.

Leşkerên Azerbayicanê bi ketina xwe bo nava Qerebaxê dest bi dizîn û talan kirin û wêran kirina mal û milkên Kurd û Ermeniyan kirine.

Di vê dêmena han de tê xuyakirin ku, leşkerên Azerî di nava malan de rixmî dizînê, hevdem dest bi şikandin û ji nav birina tiştên nava malan kirine.

Top