• Tuesday, 17 February 2026
logo

UNHCR: Zêdeyî 100 hezar penaber çûne Ermenistanê

Gulan Media October 1, 2023 Nûçe
UNHCR: Zêdeyî 100 hezar penaber çûne Ermenistanê

Serokê ajansa penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) derengê înê got ku zêdetirî 100,000 penaber niha ji Nagorno-Karabaxê hatine Ermenistanê 

Filippo Grandi li ser medyaya civakî got, "Gelek birçî, westiyayî ne û hewceyê arîkariya bilez in."

Herwiha Grandi got:"UNHCR û hevkarên din ên mirovahî piştgiriya xwe ji rayedarên Ermenistanê re zêde dikin, lê alîkariya navneteweyî pir bi lez hewce ye."

Di pevçûnên çend rojên borî de bêhtirî 30 kesî li herêma Nagorno-Karabaxê hatibûn kuştin, berî ku agirbest were ragihandin.

 

Basnews

Top