• Tuesday, 17 February 2026
logo

Endama YNKê Sozan Kemal: Ez dê wan tiliyên xwe bibirim eger ez deng bidim YNKê

Gulan Media September 30, 2023 Nûçe
Endama YNKê Sozan Kemal: Ez dê wan tiliyên xwe bibirim eger ez deng bidim YNKê

Endama Pêşketî û Çalak a YNKê Sozan Kemal rexne li kongreya pêncem a partiya xwe dike û ew jî beşdarî wan endam û rêberên nerazî yên nav YNKê dibe û nivîsekî gelek tund di vê derbarê de belav kir.

Sozan Kemal di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsand: ‘’Eger Heval Mam Celal heba, ev peyrev dê xistiba bin lingê xwe û çar tif jî li wan kiriba.’’

Herwaha di tora xwe ya civakî de ragehand: ‘’Ez mal bi malên Ewrupa digeriyam ji bo dengekî, ji ber ez YNKyîme û wek partiyekî niştimanî û amûrekî demokrasiyê dizanim. Lê naha û şûnde ezê dê wan destên xwe û tiliyên xwe bibrim û koletî jî li we pîroz be.’’

Herwaha dibêje: ‘’32 sale ez bê westan bo YNKê dikim, ji naha û pê de temam û dê wan tiliyên xwe bibrim eger deng bidim YNKê. Ji ber we kongre ji bo wê kir ku hûn xelkê din derbixin û endamê dilsoz ên YNKê jî wê peyrev bike! Ew YNK pîrozî we be.’’

 

Basnews

Top