Kongressmenên Amerîkî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku alîkariya qurbaniyên Hemdaniyê kiriye
Endamên Kongressa Amerîkayê bi riya K24ê sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyên bûyera Hemdaniyê kirin û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kirin ku bilez alîkariya qurbaniyên karesata Hemdaniyê kiriye û birîndaran jî bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê veguhestine.
Endamê Kongressê Don Bacon ji K24ê re got: “Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên bûyera Hemdaniyê re dixwazim. Ez bi xwe Kirîstiyanî me û li Iraqê xizmet kiriye û rêz û hurmeta min ji bo hevalên min yên Kurd heye.
Herwiha got: "Dibe ku em Amerîkî yan jî Kurd bin, lê berî her tiştî em Kirîstiyan in û dilê me bi qurbaniyan re ye. Ez spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku bi rastî ew wek cîraneke baş bi hawara Kirîstiyanan hatiye.”
Endamê Kongressê yê Amerîkî Chris Smith jî got: "Em ji ber jidestdana bi dehan kesan li Hemdaniyê gelek xemgîn in. Ev karesatek bû ku bi peyvan nayê vegotin. Pêwîst e hikûmeta Iraqê hem di warê ewlekarî û hem jî di warê tenduristiyê de zêdetir ji bo parastina xelkê kar bike, da ku bûyerên bi vî rengî neqewimin.”
K24
