• Tuesday, 17 February 2026
logo

NY: Di salekî de 2500 koçber di Behra Naverast de xeniqîne

Gulan Media September 30, 2023 Nûçe
NY: Di salekî de 2500 koçber di Behra Naverast de xeniqîne

Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) ragehand, di salekî de 2500 koçber ku bi awayê neyasayî koç kirine, di Behra Naverast de canê xwe ji dest dane.

Berpirsa Komîsyona Bilind a Koçber û Penaberan a ser bi NYê, Ruven Menikdiwela ragehand, îsal 186 hezar koçber bi rêyên neyasayî ve geheştine welatên başûrê Ewrupayê.

Herwaha di beşekî din a axaftina xwe de ragehand, ji destpêka îsal heta dawiya meha Îlonê ango di wan neh mehên borî de zêdetirî 2500 koçber bi awayekî neyasayî ku hewldane ji Behra Naverast ango Behra Spî re derbas bibin, jiyana xwe ji dest dane û li gor amarên salên borî dema bê danaberhev, ew amar du beramber zêde bûye.

 

Basnews

Top