• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê Tendirustiyê: Hemû alîkariyên bijîşkî ji bo qurbaniyên şewata Hemdaniyê hatine dabînkirin

Gulan Media September 28, 2023 Nûçe
Wezîrê Tendirustiyê: Hemû alîkariyên bijîşkî ji bo qurbaniyên şewata Hemdaniyê hatine dabînkirin

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû alîkariyên bijîşkî ji bo qurbaniyên bûyera şewata Hemdaniyê hatine dabînkirin. Diyar kir jî, 2 ji birîndaran li Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dan.

Dr. Saman Barzanî îro 27ê Îlonê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî em raspardine ku hemû alîkarî û çareseriyên pêwîst ji qurbaniyên bûyera navçeya Hemdaniyê re dabîn bikin.

Got jî: Dimildest zêdetir ji 36 ambûlansan û zêdetir ji çar ton kelûpelên bijîşkî yên hawarhatine ji Hewlêr û Duhokê gihîştin qezaya Hemdaniyê.

Destnîşan kir jî: Birîndarên ku birînên wan giran in jî, ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên Hewlêr û Duhokê hatin veguhestin.

Wezîrê Tendirustiyê got jî: Ji sedî 60 ê birîndaran ji ber şewatê, rewşa wan cîgir e û hejmareke mezin jî pêwîstiya wan bi çavdêriya hûr heye.

Da zanîn jî, “Mixabin li Hewlêrê zarokekî 4 salî û li Duhokê jî jineke 30 salî canê xwe jidest dan. Heta niha 47 birîndar li Hewlêrê tên dermankirin, 20 birîndar jî li Duhokê tên dermankirin û birîndarên ku giran in bi berdewamî jî bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên şandin.

Şeva borî li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket û bi sedan kesan canê xwe jidest dan û birîndar bûn. Hevdem jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amadebûna xwe ji bo her alîkariyekê nîşan da.

 

 

K24

Top