Li Kerkûkê zêdetir ji 50 kes bijehrê ketine
Li dawetekê de li devera Hewîceyê bijehrê ketine.
Rayedarên tendirostî yên Kerkûkê ragihandin ku, duhê bişev li dawetekê de yaku, li Hewîceyê çê bûye, jiber xwarin û vexwarinên dembiserçûyî, herî kêm 50 kes bijehrê ketine.
Rayedarên tendirostî yên li Kerkûkê eşkere kirine ku, rewşa piraniya wan welatiyan başe û piştî rêkarên tendirostiyê ev welatiyên han ber bi malên xwe ve hatine şandin.
