Serokê Rûsyayê ji malbatên qurbaniyên şewata li Hemdaniyeyê re sersaxî xwest
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji malbatên qurbaniyên şewata li Hemdaniyeyê re sersaxî xwest.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û malbatên qurbaniyên şewata li Hemdaniyeyê re sersaxî xwest.
Malpera Serokatiya Rûsyayê ragihand:
“Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji ber şewata trajîk a li Hemdaniyeyê ku gelek kes tê de bûne qurbanî sersaxiyê dixwaze.”
Pûtîn di peyama xwe de sersaxî ji Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê re xwest û ji hemû birîndaran re jî şifa xwest.
Şeva borî agir bi holeke dawetê ya li navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ket û di encamê de zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.
Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re ragihand ku herî kêm 113 mirî û bi sedan birîndar hene.
Rudaw
