Mesrûr Barzanî bi boneya bibîranîna roja dayîkbûna pêxemberê îslamê peyamek belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê (silavên Xwedê lê bin) peyameke pîrozbayî belav kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silava Xwedê lê bin) germtirîn pîrozbahî arasteyî hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim.”
Herwaha di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hat ragehandin, “Hêvîdar im ev bîranîna pîroz, bibe sedema girîngîdana bi nirx û rewiştên bilind ên olî û pêşketina pêkvejiyana aştiyane, tebayî û xweşewîstiyê di navbera gel û olên cuda de.”
