• Tuesday, 17 February 2026
logo

Endamekî polîtburoya YNKê: Ti kurdekî niştimanperwer tine ku xewna serxwebûnê nebîne

Gulan Media September 25, 2023 Nûçe
Endamekî polîtburoya YNKê: Ti kurdekî niştimanperwer tine ku xewna serxwebûnê nebîne

 Endamekî polîtburoya YNKê, di salvegera referandûm û mafê serbixwe û azadî ji bo Kurdistanê de radigehîne, ti kurdekî niştimanperwer tine xewna serxwebûnê nebîne û hêviya wî bi vê nebe ku rojekî bibin xwedî pêkhateyekî serbixwe ya Kurdistanê.

Endamê polîtburoya YNKê Pola Sîrwan Talebanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mafê çarenivîsê mafeke destpêkê yê me ye, lê naha ew rewşa ku naha li Iraqê xuliqiye rewşeke hestyare. Pir giringe aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi taybet jî YNK û PDK li gel yek bin û hemû pirsgirêk û astengiyên navbera partiyan bidin aliyekî. Ev rewş wisa dixwaze kurd yekdeng û yek helwêst bin ku projeyekî me ya niştimanî ya ji bo tekoşîna li hember pirsgirêk û krîzan hebe. Çi ewên li gel Bexdayê, çi pirsgirêkên me bixwe bi yekdengî em dikarin li hember wan serkeftî bin û baştir jî berevaniyê li mafên gelê xwe bikin.’’

Herwaha got: ‘’Eger em li wê dema şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di çend hefteyên borî de bikin li Bexdayê, ku Kak Mesrûr Barzanî û Kak Qubad û aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê pêkve bûn, em dibînin ku ew yekrêzî çi bandorek ava kir. Hem li ser şeqam û kolanên kurd, hem li hember Bexdayê jî, dema ku dîtin kurd yekdeng in, bi wî awayî em dikarin giraniya xwe biparêzin û li ser asta navnetewî û herêmî de jî hesabên cuda ji bo me tê kirin.’’

Pola Sîrwan Talebanî got: ‘’Ti takekî kurd ê niştimanperwer tine xewna serxwebûnê nebîne û hêviya wî bi wê yekê nebe ku rojek em bibin xwedî pêkhateya xwe ya serbixwe. Ji bo wê jî me gelek xebat kiriye û em dikin. Pêwîstiya me bi wê yekê ye ku bingehekî guncaw di navxwe û derve ava bikin û yekdengiyekî niştimanî û navnetewî bo vê pêngavê ava bikin. Ji ber wek her neteweyekî mafê me ye jî em serbixwe bin.’’

 

Basnews

Top