Berpirsekî YNKê: Divê gotinên Wezîrê Berevaniya Tirkiyê û pêwendiyên li gel PKKê li berçav bên derbas kirin
Berpirsekî YNKê daxwaz ji partiya xwe dike, gotinên Wezîrê Berevaniya Tirkiyê li berçav bên girtin û daxwaz kir, gotûbêj derbarê dûvçûna bi pêwendiyên YNK û PKKê de bê kirin.
Piştî daxuyaniya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler daxwaz li YNKê kir, pêwendiyên xwe yên li gel PKKê li berçav re derbas bike, eger na dê YNK û Silêmanî bixwe zerer bike. Pisporê Ewlehiyê û leşkerê kevin ê Tirkiyê Ebdula Agar jî aşkera kir ew gotinên Wezîrê Berevaniya Tirkiyê tên wateya ku, eger YNKê pêwendiyên xwe li gel PKKê qut neke, di qonaxa pêş de Tirkiyê dê wekî PKKê, YNK û Bafil Talebanî jî bike armanca êrîşan.
Berpirsê rêxistinên YNKê li Dola Balîsan û kesayeta diyar a wê devera Xoşnawetiyê Serdar Şêx Wesanî jî vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Divê piştî gefxwarinên Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, mijara Tirkiye û YNKê bi gotûbêjan bê çareser kirin. Mixabin şer kawilkdarî û malwêraniye û ti kes jê qezenc nake. YNK piştî kongreyê divê dûvçûn li ser bike û li gel rewşê xwe biguncîne.’’
Herwaha got: ‘’Divê em waqiî bin, em xwe hemû jî kom bikin nikarin dronekî Tirkiyê bixin xwarê. Hewara xwe bibin ber NYê û Bexdayê û hewar bikin jî nabe derman. Mixabin bes em dikarin şermezar bikin û ew di dest me de maye. Ji bo wê jî divê gefxwarina Tirkiyê em li berçav bigrin û divê Bafil Talebanî û polîtburo bersiva wan pirsan bidin.’’
Serdar Şêx Wesanî got, YNK nêzîkî tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ye, Tirkiye jî me bi hewkarî kirina li gel PKKê dizane, li gel Tirkiyê kurdên Rojava û PKK wek yek in.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Di kongreyê de gotûbêj li ser rewşa naxwe û pêwendiyên PDK û YNK û Iraq û navçe û navnetewî de, herwaha mijara PKK û YNKê jî dê bê gotûbêj kirin. Ji ber Tirkiye welat û dewletekî bi bandore li navçeyê.’’
Basnews
