Li taxeke kurdan a Kerkûkê kesek bi çek hat kuştin
Li taxa Deriyê Kerkûkê zilamek bi çek gule lê rêşandin û bi awayekî giran birîndar bû, piştre jî ji ber birîna wî giranbû jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyên berdest, derengê şeva borî li taxa Derwaze ango Deriyê bajar ê Kerkûkê, ji aliyê kesên nenas ve gule li zilamek û hevjîna wî hatin berdan û ji ber wê jî herdu bi giranî birîndar bûn.
Hat zanîn piştre zilam û hevjîna wî ji bo derman kirinê ji nexwaşxaneyê re hatin gehandin, lê îro 23.09.2023yê zilam ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.
basnews
