• Tuesday, 17 February 2026
logo

Konseya Ewrûpayê zext li Tirkiyeyê dike

Gulan Media September 23, 2023 Nûçe
Konseya Ewrûpayê zext li Tirkiyeyê dike

Dibêje Lazime Selahedîn Demîrtaş were azadkirin

Encama civîna komîteya wezîrên Yekîtiya Ewrûpayê yaku, beriya çend rojan hatibû lidarxistin hatin belav kirin.

Di encamnameya civînê de hatiye diyarkirin ku, di civînê de komîteya wezîran nîqaş li ser cîhbicîh nekirina biryarên dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpayê ji aliyê Tirkiyeyê ve kiriye û ev yek diyar kiriye ku, Tirkiye bi cîhbicîh nekirina wan biryaran xwe ji YE dûr dixe.

Her di heman encamnameyê de hatiye eşkere kirin ku, lazime bo azad kirina Demîrtaş û girtiyên din yên ku, dadgeha mafên mirovan biryara azad kirina wan daye, zext li Tirkiyeyê were kirin.

 

Top