• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Wanê erd hejiya

Gulan Media September 22, 2023 Nûçe
Li Wanê erd hejiya

 Li navçeya Elbakêyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4.2 pileyan çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Elbakê ya Wanê erdhejeke bi hêza 4.2 pileyan çêbûye.

AFADê diyar kir ku erdhej demjimêr 17:43yan di kûrahiya 7 kîlometrayan de çêbûye.

Parêzgeha Wanê li ser hêla erdhejê ye û di erdhejên 23yê Çiriya Pêşînê û 9ê Çiriya Paşînê ya 2011an de 644 kesan canê xwe ji dest dabû û hezar û 966 kes jî birîndar bûbûn.

Top