• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rayedarekî rejîma Îranê hate kuştin

Gulan Media September 22, 2023 Nûçe
Rayedarekî rejîma Îranê hate kuştin

Li bajarê Zencanê bi çek hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Îranî duhê bişev li mizgefteke bajarokê Qeydar ya li parêzgeha Zencanê, rayedarekî rejîma Îranê hatiye kuştin.

Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, bikuj bi çek ketiye nava mizgeftê de û 5 gole li serê wî rayedarê Îranî ku, navê xwe Hicet Îtîbare daye û demûdest kuştiye.

Hicet Îtîbar Birêveberê giştî  yê navenda Olî ya vê bajarokê bûye û di nava rejîma Îranê de jî rayedarekî bi bandor bûye.

Top