Qûbad Talebanî li ser êrişa balafirgeha li Silêmaniyê bersiva daxuyaniya Tirkiyeyê da
Qûbad Talebanî îdiaya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ya ku gotibû, Yekîneya Dijî Terorê û endamên YPGyê li Balafirgeha Erbetê ya Silêmaniyê bi hev re perwerde didîtin, red kir.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî li Hewlêra paytext bi şandeyeke Yekîtiya Ewropayê re civiya.
Qûbad Talebanî diyar kir ew hêvî dikin ku êrişa li ser Balafirgeha Erbetê dubare nebe.
Talebanî diyar kir ku ev êriş rûdaneke metirsîdare û hêzên Yekîneya Dijî Terorê yên Kurdistanê kiriye armanc.
Talebanî tekez kir ku ev hêz pêkhateyeke fermî ye û 20 sal in di şerê li dijî terorê de hevpeymanê sereke yê Hêzên Hevpeyman e.
“Ji xeynî wan tu hêzeke din li balafirgehê nebû”
Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew bi tundî behaneyên êrişê red dike û got:
“Kesên ku di êrişê de şehîd ketine û birîndar bûne, Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û endamên Yekîneya Dijî Terorê bûn.
Ji xeynî wan tu hêzeke din li balafirgehê nebû.”
Talebanî ji Hikûmeta Îraqê, Hêzên Hevpeyman û Yekîtiya Ewropayê xwest ku serweriya Îraqê biparêzin û rê li dubarebûna van êrişan bigirin.
K24
