Çîn…Ji ber bablîsok rabû 5 kes mirin
Li eyaleta Jiangsu ya Çînê ji ber bablîsok rabû 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kesên din jî birîndar bûn. Hat ragehandin ji bablîsokê 5 hezar û 512 kes bandor bûne û hezar û 646 malan de jî ziyan pêkhatiye.
Li bajarê Suqian a ser bi eyaleta Jiangsu ya li rojhilatê Çînê bablîsok rabû.
Hat ragehandin ji ber bablîsokê gelek wesayît bi ber bablîsokê ketine, xetên elektrîkê qulibînê û her der serûbin bûye.
Hat ragehandin di qezayên ji ber bablîsokê pêkhatine de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî bi birîndarî ji nexwaşxaneyê re hatine veguhestin.
Li gor agahiyên destpêkê ji ber bablîsokê 5 hezar û 512 kes bi bandor bûne û hezar û 646 malan de jî ziyan pêkhatiye û 405 kes ji deverên bi ewle re hatine veguhestin.
Herwaha li gor saziya rêveberiya rewşên awarte ya bajar jî 41.8 hektar zeviyên çandiniyê jî ziyan dîtiye.
Basnews
