• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Ezazê xwepêşanderan bi ser baregeha Îtilafa Sûriyeyê de girt

Gulan Media September 21, 2023 Nûçe
Li Ezazê xwepêşanderan bi ser baregeha Îtilafa Sûriyeyê de girt

Li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê, baregeha Îtilafa muxalefeta Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hate daxistin.

Roja sêşemê, hejmarek welatiyên Ezazê bi serkêşiya miftiyê bajarê Ezazê di bin destê hêzên muxalefeta Sûriyeyê de ye xwepêşandan kir.

Hadî el-Behre wekî serokê Îtilafa Sûriyeyê hatibû hilbijartin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, xwepêşandan li dijî Îtîlafa muxalefeta Sûriyeyê bû ku Hadî el-Behre wekî serokê wê yê nû hatiye hilbijartin.

Hadî el-Behre wekî serokê Îtilafa Sûriyeyê hatibû hilbijartin.

Xwepêşanderan nerazîbûna xwe ji hilbijartina Hadî el-Behre nîşan dan

Herwiha xwepêşanderan diyar kirin ku Hadî el-Behre bi darê zorê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye destnîşankirin.

Piştî xwepêşandanê xelk çûye nav baregeha Îtîlafê.

Xepêşanderan berpirs û karmendên barêgehê ji derxistin û baregeh daxistin.

 

Rudaw

Top