Washington: Em piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin
Wezareta Derve ya Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat dike.
Cîgira Alîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Îran û Iraqê ya li Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk Victoria Taylor li civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî ligel Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî civiya û dibêje, ew piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Victoria Taylor Herêma Kurdistanê û Iraqê han dide ku di diyalogê de berdewam bin, wek rêyek ji bo bawerbûna ji bihêzî û pêdagiriya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqeke serbixwe de.
Pêştir jî Wezareta Derve ya Amerîkayê beşa Rojhilata Nêzîk di twîtekê de tekezî li ser dostaniya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kiribû, ku tê de ragihandibû, dostaniya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê ya Iraqê, bihêz û berfireh dimîne.
K24
