Hejmara rast a kuştiyên bûyera nav balefirgeha Erbetê 11 kes in
Hejmara rast a kuştiyên bûyera nav balefirgeha Erbetê 11 kes e, lê Dijeteror a YNKê tenê behsa kuştina 3 karmendê xwe dike û 8 kuştiyên din ên ser bi PKKê vedişêre.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyekî taybet bidest ketine, kuştiyên nav balefirgeha Erbetê hejmara wan 11 kes in, 3 kes ji gruba Wehab Helebceyî ne ku ser bi Dijeteror a YNKê ne, 8 kes jî ser bi PKKê ne, lê YNK newêre wê rastiyê bibêje û belav bike.
Vê derbrê de îro 19.09.2023yê berpirsekî ewlehiyê yê YNKê ji BasNewsê re ragehand, birîndarên bûyera balefirgeha Erbetê, ji bo nexwaşxaneyên nav bajarê Silêmanî û derdora wê nehatine veguhestin, ji nexwaşxaneya Şoreş re hatine veguhestin, ji ber ku naxwazin ti kesek vê derbarê de bigehe ti agahiyekî.
Herwaha diyar kir, di dema bombebaranê de çekdarên PKKê nav balefirgehê de bûn û hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve nûçegehanekî YNKê yê bi navê Diyar Sultanî çend demjimêr piştî bûyerê ragehandibû ku êrîşa dronî ji aliyê Tirkiyê ve pêkhatiye, ji ber di balefirgeha Erbetê de gerîlayên PKKê hebûne.
Basnews
