• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezareta Derve ya Tirkiyê: Dijeteror a YNKê û çekdarên PKKê li balefirgeha Erbetê rahênan dikirin

Gulan Media September 20, 2023 Nûçe
Wezareta Derve ya Tirkiyê: Dijeteror a YNKê û çekdarên PKKê li balefirgeha Erbetê rahênan dikirin

Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê êrîşa li ser balefirgeha Erbet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê de daxuyaniyekî fermî belav kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand, li Iraqê rêxistina PKKê û rêxistinên ser bi wê bi taybetî li bakurê welat kar û xebatên xwe yên terorîstî zêde kirine û bi taybetî jî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de xet û rêyekî hatûçûnê hatiye ava kirin û Tirkiye vê ji nêzîk ve dişopîne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand, roja 18ê Îlon a 2023yê li balefirgeha Erbetê ew teqîna ku pêkhatiye û pêşhateyên wê derbarê de gelek balkêş in.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand, di dema teqînê de ‘’Gruba Dijeteror a YNKê’’ û herwaha çekdarên ser bi PKK/YPGê li wê balefirgehê perwerde û rahênan dikirin.

Herwaha hat ragehandin, li ser vê pêşhatê hin aliyên ewlehiyê yên ser bi YNKê li gel rêxistina PKKê di nav hewkariyekî aşkera de ne û ev rewşekî gelekî xirab e.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand, bi vê bûyera dawiyê ve derdikeve ku rêxistina terorî çawa gelê Silêmaniyê wek barimte girtiye û ew tevdîrên me yên derbarê Silêmaniyê de jî çend di cîhê xwe de ne aşkera bûye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand, Tirkiyê, hem li gel Hikûmeta Navendî ya Iraqê, hem li gel rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku PKKê û hemû rêxistinên ser bi wê divê wek rêxistinekî terorî nas bikin û di tekoşîna li gel terorê de jî helwêstekî dilsozî nîşan bidin.

 

 

Basnews

Top