Balyoza Amerîkayê êrîşa li ser balefirgeha Erbetê şermezar kir
Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski êrîşa duh li ser balefirgeha Erbetê şermezar kir û serxweşî li kesûkarên qurbaniyan kir.
Balyoza Amerîkayê Alina Romanowski di tora xwe ya civakî X de ragehand: ‘’Êrîşa li ser balefirgeha Erbet a li parêzgeha Silêmaniyê şermezar dikim. Ji nû ve piştevaniya xwe em ji bo rêzgirtina li serweriya Iraq û yekparçeyiyê teqez dikin, ku mercê seqamgirî û asayîşa welat in.’’
Dawiyê de jî ragehand: ‘’Serxweşiyê li wan dikim ku heskiriyê xwe di wê êrîşê de ji dest dane.’’
