Yek ji kesên ku di teqîna Erbetê de jiyana xwe ji dest daye pisporê çêkirina dronê ye
Li gorî agahiyan, yek ji kesên di teqîna li Erbetê de jiyana xwe ji dest da, pisporê çêkirina dronan e, şik û guman zêde kir ku bûyer teqîneke xwekujî ye.
Dije Terora Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ragihand, danê êvarê li firokexaneya Erbet a çandiniyê ya Silêmaniyê teqînek rû da.
Li gor zanyariyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, yek ji qurbaniyên teqîna firokxaneya Erbetê bi navê Raber Enwer kurê rêveberê çandiniyê li navçeya Mawat li bakurê Silêmaniyê ye ku beşek ji wê di bin kontrola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ye.
Li gor zanyariyên BasNewsê, Raber Enwer xeyala wî ya çêkirina firokeyên bê firokevan hebû û berî niha çend firokeyên bê firokevan çêkiribûn û bi awayekî serkeftî firandin.
Kuştina Raber Enwer gumanan zêde dike ku ew teqîn ne êrîşeke dronê ye, lê teqîneke xwekujî bûye.
Berî niha BasNewsê ragehandibû ku, li gor zanyariyên cuda ku ji aliyê medyayên cuda û çalakvanên medyaya civakî ve hatine belavkirin, guman li ser corê teqînê heye û zanyariyên cuda derbarê wê de hene, guman heye ew drone di dema komeka Wehab Helebceyî û komeke PKK bi hev re kar li ser çêkirina droneyê dikir û drone teqiya be. Lewre di encamê de hejmarek ji kesên ji koma Wehab Helebceyî hatin kuştin û behsa kuştina çend endamên PKKê jî tê kirin.
Ajansên asayîşa Silêmaniyê heta niha bi fermî hûrgiliyên teqînê eşkere nekirine û heta lêkolîn neqede ew ê zêde zanyariyan nedin.
Heta niha ti welatekî berpirsatiya wê êrîşê negirtiye ser xwe, di dema borî de jî Îran, Tirkiye û Amerîka dema êrîşên esmanî pêk dianîn bi awayekî fermî ew êrîş aşkere dikirin.
Basnews
