• Tuesday, 17 February 2026
logo

Yehiya Resûl: Êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye

Gulan Media September 19, 2023 Nûçe
Yehiya Resûl: Êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye

Herî kêm 3 kes canê xwe ji dest dabûn.

Piştî êrîşa duhê ya bi dronan bo ser balefirxaneya medenî ya bajarokê Erbetê ya li parêzgeha Silêmanî ku, di encam de 3 kes canê xwe ji dest dabûn û 3 kesên din jî birîndar bibûn, Peyvdarê artêşa Îraqê Yehiya Resûl daxuyaniyek da raya giştî.

Peyvdarê artêşa Îraqê Yehiya Resûl di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, piştî lêkolînên hûr derketiye ku, ev êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye.

Resûd diyar kiriye ku, roja 18ê Îlonê dronek ji Tirkiyeyê ve derbasî axa Îraqê bûye û çûye balefirxaneya medenî ya Erbetê bordiman kiriye.

Nav hatî diyar kiriye ku, ev liv û tevgerên Tirkiyeyê binpê kirina serweriya Îraqê û binpê kirina peymanên navnetewiye.

 

Top