• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsekî emnî yê YNKê: Li firokxaneya Erbatê PKKyî hebûn û hatin kuştin

Gulan Media September 19, 2023 Nûçe
Berpirsekî emnî yê YNKê: Li firokxaneya Erbatê PKKyî hebûn û hatin kuştin

Berpirsekî emnî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand, di nava firokxaneyê de çekdarên PKKê hebûn û di wê bûyerê de hatine kuştin, lê nayê ragihandin.

Dije Terora Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ragihand, danê êvarê li firokexaneya Erbet a çandiniyê ya Silêmaniyê teqînek rû daye û ew teqîn bi rêya balafirên bêfirokevan hatiye encamdan.

Di vê derbarê de, berpirsekî emnî yê YNKê ji BasNewsê re got, birîndar bo nexweşxaneyên Silêmaniyê û derdora wê nayên veguheztin, lê ji ber ku naxwazin ti kes derbarê wan de tiştek bizane, bo nexweşxaneya Şoriş hatine veguhestin.

Wî jêderî amaje bi wê yekê jî kir, ku di dema bombebaranê de çekdarên PKKê di nava firokxaneyê de bûn.

Berî naha BasNewsê ragehandibû ku, li gor zanyariyên cuda ku ji aliyê çalakvanên medyayî û medyaya civakî ve hatine belavkirin, guman li ser corê teqînê heye û zanyariyên cuda li ser wê yekê hene, komek Wehab Helebceyî û komeke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê ku bi hev re kar dikirin li firokexaneyê û di encamê de hejmarek ji koma Wehab Helebceyî tevî çend endamên PKKê hatin kuştin.

Ajansên asayîşa Silêmaniyê heta niha bi fermî hûrgiliyên teqînê eşkere nekiriye û gotiye, heta lêkolîn neqede ew ê zêde zanyariyan nedin.

Her çendî berdevkê hêzên çekdar ên Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeya bê firokevan Erbet bombebaran kiriye, ji sînorê Tirkiyê derbasî esmanê Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye, lê heta niha ti welatekî berpirsatiya wê êrişê negirtiye ser xwe, lê li gorî ezmûnên berê, Îran, Tirkiye û Amerîka dema êrîşan pêk tînî û aşkere dikin.

 

 

Basnews

Top