• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Diyarbekirê 4 çekdarên PKKê hatin kuştin

Gulan Media September 18, 2023 Nûçe
Li Diyarbekirê 4 çekdarên PKKê hatin kuştin

 Li Gundê binînê yê girêdayî navçeya Pasûr a Diyarbekirê şer û pevçûn di navbera PKK û Artêşa Tirkiyê de derket û di encamê de 4 çekdarên PKKê hatin kuştin.

Di derheqê mijarê de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku li dorûbera gundên Pasûrê 4 çekdarên PKKê di encama operasyoneka leşkerî de hatine kuştin.

Li gor zanyariyan, yek ji çekdaran, Fermandara PKKê ya Diyarbekirê Hulya Demîrer nasnav “Axîn Mûş” e û navê wê berpirsa PKKê di Beşa Sor a Lîsta Terorê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê de tomarkirî ye.

 

 

K24

Top