KAYY-DERê ji bo ku navê wê biparêze ‘Mîhrîcana Boreka Kurdan’ li dar xist
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê Komeleya Navçe û Gundewarên Çewligê (KAYY-DER) Mîhrîcana Boreka Kurdan li dar xist.
Bi sedan Kurd, bi taybetî jî Çewligî yên ku li Stendobê dijîn ji serê şefaqê ve ji malên xwe derketine û xwe li vê daristanê girtine.
Qelebalix ji bo lêxwedîderketina navê xwarinekê li hev civiyaye.
Ew rêza dirêj ji bo wê ye ku xwe bigihînin Boreka Kurdan.
Ji ber ku li Stenbolê Mîhrîcana Boreka Kurdan bi rê ve diçe.
“Em xwedî li navê Boreka Kurdan derdikevin”
Hevserokê KAYY-DERê Ahmet Tuzun li ser guherandina navê Boreka Kurdan got:
“Em xwedî li navê Boreka Kurdan derdikevin. Piştî salên 80yî ku derbe çêbû û pêyva Kurd hate qedexekirin, navên gelekî xirab li Boreka Kurdan hatin kirin.
Dibêjin Kut Boregi, Borega Sade, Borega Tugla û Borega Hemalan.
Em ji hêla çandî ve lê dinêrin. Em û boregciyên Kurd hatin ba hev û me ev festîval amade kir.”
Komeleya Navçe û Gundewarên Çewligê (KAYY-DER) ji ber ku hewleke zêde heye navê wê ne weke ‘Boreka Kurdan’ lê weke ‘Boreka Kut’ bê zanîn û qebûlkirin, 6 sal in vê festîvalê li dar dixe.
Hosteyê Boregê Mehmet Erben anî ziman:
“40 sal in ez karê borekê dikim, dikanên min hene.
Em dixwazin navê wê wek xwe bimîne ku Boreka Kurdan e.”
Li gor çîroka wê ew boreg cara yekem di salên 1890î de ji hêla Rengo Mihemed ve hatiye çêkirin.
Ew bixwe ji Gundê Bilîcayê yê navçeya Gêxî ya parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Rengo Mihemed sala 1863yan ji dayik bûye û dema ew tê Stenbolê li ba gundiyên xwe karên giran dike.
Piştre rojekê dibêjin ji me re xwarinekê çêke û Rengo Mihemed jî vê boregê çêdike ku corekî wê li nava Kurdan weke ‘qatme’ jî tê zanîn.
Piştî ku karkerên tersxaneyê wê tahm dikin, rêya fikr û debareke nû ji bo Rengo derdikeve.
Kesê ku boregê dixwin dipirsin dibêjin ‘te ew boreg ji ku kirî’ dibêjin, min li ba Kurdo kirî.
Îca navê wê dibe ‘Kurt Boregî’ û li tevahiya Tirkiyeyê belav dibe.
“Em hem zikê xwe, hem çavên xwe têr dikin”
Serokê Komeleya Çewligê Ehmed Cewdet Ozdemîr li ser mîhrîcanê got:
“Ev boreka Kurdan e jixwe navê wê jî Boreka Kurdan e. Ez bixwe jî ji Gêxiyê me, ev borek jî ji wir derketiye.
Em li Stenbolê her roj tînin ser sofreyên xwe û mala xwe. Em hem zikê xwe têr dikin, hem çavên xwe têr dikin.”
Li gorî texmînan îro tenê li Stenbolê derdora 5 hezar kargehên ku ‘Boreka Kurdan’ çêdikin hene. Êdî ji Çewligiyan jî derbas bûye û bi hezaran kes debara xwe pê dikin.
Ew xwarina şivankî ya ku berî Şerê Yekem ê Cîhanê popûler bûye, îro ji ber navê xwe bûye mijara festîvalê û her sal di vê rojê de bi beşdariya hunermend, siyasetmedar û hezaran xelkê Kurd, navdariya xwe bi hewleke siyasî û çandî li cîhanê berbelav dike.
Rudaw
