• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îro dengdan li ser bi parêzgeh bûna Helebceyê tê kirin

Gulan Media September 18, 2023 Nûçe
Îro dengdan li ser bi parêzgeh bûna Helebceyê tê kirin

Ev 10 sale fermana wezarî bo Helebceyê hatiye derkirin.

Biryare îro duşem 18ê Îlonê parlementoya Îraqê bicive û di civînê de dengdan li ser bi parêzgeh bûna Helebceyê bide.

Parlementoya Îraqê hefteya derbasbûyî li ser vê mijarê civiya bû lê dengdan bo civîna îro hatibû paşxistin.

Weke tê zanîn sala 2013an li ser fermana Serokê herêma Kurdistanê Serok Barzanî, Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana bi parêzgeh bûna Helebceyê dabû.

Eger îro dengdan li parlementoya Îraqê were kirin û dengên pêwîst werin dayîn vê Helebce bibe 19mîn parêzgeha Îraqê.

Top