• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Silêmanî teqînek çê bû

Gulan Media September 17, 2023 Nûçe
Li Silêmanî teqînek çê bû

Welatiyek di encama teqînê de canê xwe ji dest daye.

Li gor zaniyariyên berdest, kêliyek beriya niha li taxa Kanî Kurde ya li Silêmanî di nava mala rayedarekî pêşmerge de teqîn çê bûye û di encama teqîna han de ev rayedarê pêşmerge canê xwe ji dest daye.

Peyamnêrê me yê li Silêmanî diyar kir ku, ev rayedarê han dema xwestiye tnt bo nêçîra masiyan amade bike, tnt pê re teqiyaye û di encam de canê xwe ji dest daye.

Top