• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Amazonê balafirek ket: 14 kes mirin

Gulan Media September 17, 2023 Nûçe
Li Amazonê balafirek ket: 14 kes mirin

Li Brezîlyayê balafireke biçûk, dema li Amazonê baraneke gur dibariya dixwest dayne, ket û 14 kesên tê de canê xwe ji dest da.

Waliyê eyaleta Amazonê Wilson Lima derbarê bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Wilson Lima got, "Ez xemgîn im ku bibêjim di qezaya balafirê ya Barcelosê de 12 rêwî û 2 muretebatan canê xwe ji dest da."

Çapemeniya herêmî ragihand ku balafira cureya wê "Embraer PT-SOG" e li paytextê eyaleta Amazonê li bajarê Manausa rabûbû ku geştyaran bibe Barcelosê.

Ew geştyar ji bo masiyan bigirin diçûn Barcelosê.

Hêzên Asmanî ya Brezîlyayê jî diyar kir ku ji bo sedema ketinê ya balafirê bê fêmkirin xebat hatine destpêkirin.

Top