• Tuesday, 17 February 2026
logo

Saziya St. Igidio spasiya herêma Kurdistanê dike

Gulan Media September 17, 2023 Nûçe
Saziya St. Igidio spasiya herêma Kurdistanê dike

Serokwezîr li gel şandeke vê saziya han civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke saziya însanî St. Lgidio kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya birêveberê beşê Rojhilat Navîn û Asyaya komeleya St. Igidio yaku komeleyeke însaniye û navenda vê li Romaya paytexta Îtalyayê ye, birêz Prof, Leonardo Gialoretti.

Prof, Leonardo Gialoretti bi awayeke kurt behsa kar û çalakiyên komeleya han kir û stayîşa rewşa bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda û azadiya olî û mêwandarî kirin hezaran penaber û aware ji aliyê herêma Kurdistanê ve kir.

Di civînê de me jî rêzdariya herêma Kurdistanê bo proje, kar û çalakiyên vê komeleya han diyar kir û hêviya serkeftinê jî bo wan xwest.

 

Top