Rojhilat kete girevê û rejîm jî ditirse
Salvegera kuştina Jîna Emîniye.
Li gel hatina salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve, îro tevahiya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê ketin girevê, kes neçû ser karê xwe yê rojane û tevahiya dikan û fermangeh jî daxistîne.
Herwiha tê payîn ku, rixmî tedbîrên tund yên leşkerî yên rejîmê, xelk îşev li seraserê Rojhilatê Kurdistanê û bajarên din yên Îranê dakeve qadan û dijî rejîmê xwepîşandan bike.
Ji aliyeke dinve rejîma Îranê jî bo pêşî girtin ji daketina xelkê bo qadan gelek hêz şandiye bajarên Rojhilatê Kurdistanê.
