Reformên nava hêzên pêşmerge bileztir dibe
Şandeke hevpeymaniya cîhanî li gel rayedarên wezaretê civiya.
Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê îro şemî şandeke leşkerî ya hevpeymaniya cîhanî serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiyaye.
Di civînê de giftûgo li ser yek xistina her du yekeyên 70 û 80 ya hêzên pêşmerge hatiye kirin û tekez li ser domandina prosesa yekxistinê û bileztir kirina vê prosesa han hatiye kirin.
Her di heman civînê de her du aliyan nêrînên xwe li ser veguhastina hinek ji wan hêzên û anîna wan bo nava wezareta pêşmerge û çawetiya bicîhkirina wan di nava wezareta pêşmerge de, diyar kirine.
