Dema destpê kirina henardekirina neft ji bo bendera Ceyhan a Tirkiyê hat ragehandin
Rêveberekî Çarçoveya Hemahengiyê dema destpê kirina proseya henardekirina nefta Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî bo bendera Ceyhan a Tirkiyê aşkera kir.
Îro 16.09.2023yê yek ji rêveberê Çarçoveya Hemahengiyê Turkî Etbî ji çapemeniya Iraqê re ragehand, gotûbêjên di navbera Bexda û Enqerê yên derbarê henardekirina neftê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê ve geheştine qonaxa dawiyê û rêkeftina hikûmetê li ser destpê kirina henardekirinê li ser dema herî nêzîk de destpê bike heye.
Herwaha ragehand, destpê kirina henardekirinê dê heman demê de sûd bigehîne Iraqê û Tirkiyê û ‘’Hemû amaje vê ji me re dibêjin ku yekem barê neftê bo bendera Ceyhanê dê destpêka meha pêş me de dest pê bike.’’
Li gor baweriya wê rêveberê Iraqê, destpê kirina henarde kirina neftê bi rêya bendera Ceyhanê ve bo Tirkiyê, givaşê li ser benderên Besrayê dê kêm bike, Tirkiye jî dê sûd ji derbasbûna neftê ya ji axa wê de werbigre, bi taybet jî ji ber di krîzeke aborî ya giran de ye ew dê ji bo wan jî sûda wê baş be.
Basnews
