Li Los Angeles navê kolanekî dibe kolana Jîna Emînî
Encûmena bajarê Los Angeles a Amerîkayê biryar da, navê çarêyekî biguhere û bike Jîna Emînî, ku ew keça kurd berî salekî ji ber êşkenceya polîsê Îranê jiyana xwe ji dest da û bû sedemê serhildan û xwepêşandanên berfireh li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê.
Los Angeles, li gor amarên zanîngeha California, ji aliyê hejmara rûniştvanan ve duyem bajarê herî mezin ê Amerîkayê ye û cîhê kombûna gelên Îranê ye, ku hejmara wan nêzîkî 138 hezar kes e û bi giştî jî 400 hezar kes xwedî nasnameya Îranê ne li Amerîkayê.
Encûmena bajar di malpera xwe de aşkera kir, cîhê kolanên Westwood û Rochester dibin yek ji dikevin yek navçeyekî û binkeyên kompanyayên Farisî li wê deverê ye, navê wê deverê dê wek Qada Jîna emînî bê guhertin.
Basnews
