• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şanda PSK civiya

Gulan Media September 14, 2023 Nûçe
Serok Barzanî li gel şanda PSK civiya

Tekez li ser yekdengiya partiyên Kurdî kir.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke partiya sosiyalîst ya Kurdistanê (PSK) bi Serokatiya Serokê vê partiyê Bayram Bozyel kir.

Di civînê de nirxandin li ser rewşa giştî ya deverê û herêma Kurdistanê hate kirin û Serokê giştî yê PSK bi awayeke kurt behsa rewşa aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyeyê kir.

Her di heman civînê de Serok Barzanî tekez li ser yekrêziya part û aliyên siyasî yên Kurdî kir û hêviya vê yekê xwest ku, çareseriya aştiyane û dûr ji tundûtîjî bo xebata gelê kurd li Tirkiyeyê were dîtin.

Top