Li Tehranê hêzên ewlehiyê ciwanekî kurd bi 4 guleyan kuşt
Li Tehran a paytexta Îranê ciwanekî kurd piştî ku xelkê vedixwîne û bang dike bo xwepêşandanên nerazîbûnê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi 4 guleyan hate kuştin.
Duh 13.09.2023yê Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw aşkera kir, ciwanekî kurd ê bi navê Hamîd Baqrî, xelkê bajarê Şahabad a ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê piştî ku banga xwepêşandanên nerazîbûnê li xelkê Gulşehrî Kerec a ser bi Tehranê dike, li gel hêzên ewlehiyê rastî pevçûnê tê, di encamê de hêzên ewlehiyê gule li wî dirêşînin û bi 4 guleyan wî dikujin.
Hat berî êrîşa hêzêne ewlehiyê ya li ser Hamîd Baqrî, xelk bang kiriye ji bo xwepêşandanê û bi tenê dirûşim avêtine.
Salek berî naha 16.09.2023yê keça kurd a ciwan Jîna Emînî bi bahaneya lêçek û rûpoşa serê xwe girênedaye, ji aliyê polîsê exlaq ê Îranê ve hatibû girtin û piştî êşkenceyê ketibû komayê û li nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Ew jî bibû sedemê nerazîbûnên mezin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û seranserê cîhanê.
Basnews
