• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Hesekê erdhejek bi hêza 4.5 pileyan rû da

Gulan Media September 14, 2023 Nûçe
Li Hesekê erdhejek bi hêza 4.5 pileyan rû da

Îro berbangê erdhejek bi hêza 4.5 pile li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê rû da, bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin.

Navenda Erdhejê ya Ewropî-Deryaya Naverast ragihand, erdhejek bi hêza 4.5 li gorî pîvera Richterê û 10 kîlometran di bin erdê de li parêzgeha Hesekê.

Welatiyên Hesekê hest bi erdhejê kirin, lê di encama erdhejê, ti ziyanên madî û mirovî nehatine tomarkirin.

Di 6ê Sibata borî de erdhejeke wêranker li Efrîn û bakurê Sûriyê rû dabû ku di encamê de nêzîkî 6 hezar kesan canê xwe jidest dab, sedan birîndaran û bi hezaran xanî hilweşiyan.

 

K24

Top